Şert û mercên HDPê û AK Partiyê bo pêvajoya aştiyê
Destpêkirina proseya çareseriyê di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK’ê de ji nû ve bûye mijarek germ a rojevê. Daxûyaniyên ji aliyê KCK û HDP’ê bûn sedem ku dîsa niqaşên vê yekê werin kirin.
Li gorî HDPê tekane riya ji nû ve destpêkirina proseya çareseriyê bi dawîbûna desthilata Serokomar Recep Tayyip Erdogan a li ser hikûmetê ye.
Partiya desthilatdar a AK Partî jî bo destpêkirina proseyê çekdanîna PKKê û bidawîkirina xendeqan wek merc nîşan daye.
Endamê Konseya Rêvebir a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Murat Karayilan bang li Serokomar Erdogan kir û got, ew amade ne ku di çarçoveya lihevkirina Dolmabahçeyê de dest bi muzakereyan bikin.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş jî di axavtina xwe ya li merasîma Newroza Amedê de bang li hikûmetê kir ku dîsa ew vegerin proseya çareseriyê.
Li gorî HDPê derbarê proseya çareseriyê de di navbera hikûmet û Serokomar Erdogan de nêrînên ji hev cuda hene.
Berdevkê HDPê Ayhan Bîlgen di vê bareyê de ji Rûdawê re axivî û got: “Tirkiye di bin xetera desthilata Serokomar de ye. Eger ku parlamento desthilat û erkên xwe bi kar bîne, partiyên siyasî însiyatifê werbigirin û hikûmet jî xwe ji bin emrê Serokomar rizgar bike, pêkan e ku bingeheke siyasî dîsa çêbibe. Pêkan e ku atosfêreke gotûbêjan û proseyê çêbibe. Lê atomsfêrek ku him li aliyekî heyamekê yekzilamî bi rêve biçe û him jî em li ser çareseriya kêşeya Kurd bifikirin, ne pêkan e û ne rasteqîne ye.”
Partiya desthilat AK Partî jî dibêje tekane riya vegera li ser proseyê cîbicîkirina hinek şert û mercan ji aliyê PKKê û HDP’ê ve ye.
Parlamenterê AK Partiyê yê Mêrdînê Orhan Miroglu jî li ser egera destpêkirina proseya çareseriyê li Tirkiyê ji Rûdawê re got: “Him kurd, him jî Tirk ji HDPê dixwazin, ku jibo ku zêdetir mirov nemirin, xendekên li Nisêbînê bêne girtin. Piştî vê yekê jî divê rêxistin di warê çekberdanê de raya giştî razî bike. Eger ku rêxistin were bêçekkirin û têkiliya wê ya digel proseya demokratîk bê avakirin dê hinek maf dîsa bêne axavtin. Lê belê rewşa Tirkiyê ne guncaw e ku ew him li gel PKKê û Him jî li gel HDPê rûne û mafên bingehîn biaxive.”
Proseya ku di navbera hikûmeta Tirkiyê û PKKê de di 2013an de destpêkiribû ji ber pevçûnan bi dawî hatibû. Bi lihevkirina dolmabahçeyê, ku di 28ê Sibat a 2015’an de hatibû îmzekirin, dihat payîn ku PKK konrgeya xwe lidar bixe û dest ji çekan berde, lê belê piştre ji ber pevçûnan ev prose bi dawî hatibû.
Rudaw
