KERKÛK - Kurd û Tirkmen li dijî Bexdayê bûn yek!
Nerazîbûna welatiyên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê li dijî Hikûmeta Iraqê di zêdebûnê de ye. Welatiyên Kurd û Tirkmen ji wê yekê nerazî ne, ku heya niha biryara pêştir a hikûmeta berê ya Iraqê di serdema rejîma Beis de nehatiye hilweşandin û erdên wan ji wan nehatiye vegerandin.
Di serdema rejîma Beis de, Hikûmeta Iraqê bi biryarekê zewiyên çandinî yê welatiyên Kurd û Tirkmen ên Kerkûkê ji wan stand û piştre heman zewî da welatiyên Ereb ku li cihên dinên Iraqê anîbûn Kerkûkê û li wir bicih kiribûn.
Kurd û Tirkmen bo hilweşandina biryara rejîma Beis, vegerandina zewiyên xwe û standina wan ji ereban piştgîriya hev dikin.
Parlamenterên Kurd ên di Parlamentoya Iraqê de jî piştgîriya wê daxwaza welatiyên Kurd û Tirkmen dikin û daxwaz dikin, hilweşandina biryara rejîma Beis a derbarê zewiyên Kurd û nTirkmenan de, di bernameya kar a civînên parlamentoyê de cih bigire.
Herwiha Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Iraqê de Şaxewan Ebdullah di vê bareyê de ji Rûdawê re got: “Nefeseke Beisî li Parlemantoya Iraqê li dijî xelkê Kerkûkê û Kurdistanê dixebite. Di vê mijarê de jî Kurd û Tirkmen xwediyê nêrîneke hevbeş in û daxwaza zewiyên xwe yên zewtkirî dikin.”
Şaxewan Ebdullah herwiha gef li Bexdayê xwar, ku eger mijara hilweşandina biryarên rejîma Beisê bo zewtkirina zewiyên welatiyên Kerkûkê nebe mijara civînên parlamentoyê, dê xelkê Kerkûkê bo nîşandana nerazîbûna tund a xwe xwepêşandanên berfireh lidar bixin.
Di salên 1990 de Hikûmeta Berê ya Iraqê bi du biryaran bi sedhezaran donim zewiyên Kurd û Tirkmenan ji wan stand.
Rudaw
