Pentagon: Zêdetir ji 3870 leşkerên me li Iraqê hene
Carter û Serok erkanê gişti yê artêşa Amerîkayê General Joseph Dandford, di rûniştinekî Encûmena Nûnerên Amerîkayê de, di derbarê budceya wezareta berewaniyê de gotarek pêşkêş kirin.
Carter ragehand, rê ji artêşa Amerîkayê ra hatiye dayîn ku 3870 leşkerên wê li Iraqê be, lê naha zêdetir ji vê hejmarê leşkerên me li Iraqê ne.
Herwaha ragehand, di demekî cuda de hejmarek leşker wê armanca erkên taybet wê ji Iraqê re bêne şandin. Lê di derbarê erkê wê hêz û erkê taybet de tu agahiyek neda.
Herwaha di derbarê êrîşa terorîstên DAIŞê ya Brukselê de jî ragehand, ew êrîşane operasyonan ranawestînin û eger bê xwestin dikare ji Ewrûpayê re jî leşker bêne şandin.
Basnews
