• Wednesday, 25 February 2026
logo

Barzanî: Ewa ku min ji Erdogan bihîstiye min ji ti kesî nebihîstiye!

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Barzanî: Ewa ku min ji Erdogan bihîstiye min ji ti kesî nebihîstiye!
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, dê îsal li Başûrê Kurdistanê referandoma serxwebûnê li dar bixin. Barzanî her wiha got, piştî ku Kurdistan bû welatekî serbixwe ez êdî nabim serok! Barzanî her wiha anî ziman ku divê PKK ji Şingalê derkeve.

Serok Barzanî di hevpeyvînekê de bi ajansa înglîzî ya Al-Monîtor re, li ser mijarên mîna rewşa niha ya Başûrê Kurdistanê, rewşa Rojava û Bakurê Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, pêwendiyên Kurdistan û Tirkiyê û serxwebûna Başûrê Kurdistanê peyiviye û daxuyaniyên girîng daye.

Barzanî, li ser referandom û serxwebûna Başûrê Kurdistanê gotiye, eger tiştekî pir sosret çênebe emê îsal referandomê bikin. Ez bawer im dê beriya meha Cotmehê were kirin.

Serokê Herêma Kurdistanê her wiha diyar kiriye ku ew heta hetayî naxwaze Serokê Kurdistanê bimîne û gotiye, armanca min ew e Kurdistaneke serbixwe ava bikim, piştî wê xwe bidim aliyekê. Min soz daye nebim Serokê Kurdistana serbixwe!

Mesûd Barzanî li ser qedera Kerkûk, Şingal û deverên li derveyî Herêma Kurdistanê jî gotiye, di madeya 140 a Destûra Iraqê de, ku ti carî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve bicîh nehatiye, hatiye gotin ku divê referandom li deverên mîna Kerkûk û Şingalê were kirin. Eger xelkê wan deran gotin em dixwazin bibin beşek ji Kurdistanê wê çaxê divê her kes wî dengî bibihîse lê eger gotin em naxwazin divê her kes hurmeta wê îradeyê jî bigire.

Li ser helwesta Tirkiyê li hember serxwebûna Kurdistanê jî Barzanî gotiye, destpêkê Tirkiye li dijî federalîzma Başûrê Kurdistanê bû. Lê niha dema tu bala xwe didî pêwendiyên me tê dîtin ku eger referandom were kirin û tenê ji bo Kurdistana Iraqê be û ti pêwendiya wê bi kurdên Tirkiyê re nebe, dewleta Tirkiyê dê dengê xwe neke. Em hêvîdar in Tirkiye ji vê daxwaza Kurdan têbigihê. Helbet emê li ser vê mijarê bi hikûmeta navendî ya Iraqê, Îran û Tirkiyê re jî hevdîtin bikin. Çimkî em dixwazin ev qonax bi awayekî aştiyane derbas bibe.

Barzanî behsa helwesta Tirkiyê bi taybet Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li hember Kurdan û pirsgirêka kurd li wî welatî jî kiriye û gotiye, dema Erdogan serokwezîrê Tirkiyê bû, hatibû Hewlêrê û digot; êdî dema înkarkirina Kurdan xilas bûye… Ev bûyerek girîng bû. Min gellek caran Erdogan dîtiye, ew ji her kesî zêdetir ji meseleya Kurdan têdigihîje. Ewa ku min ji Erdogan bihîstiye min ji ti kesî nebihîstiye.

Li ser hêzên PKKê yên li Şingalê jî Barzanî diyar kiriye ku divê PKK ji Şingalê derkeve lê ne bi darê zorê. Li gorî Barzanî, her çiqas amerîkî destê xwe naxin nav karûbarên me lê ew jî dizanin ku hebûna PKKê li baş nîne.

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê jî Serokê Herêma Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo sîstema federalîzmê aniye ziman. Barzanî li ser pêwendiyên PKK û PYDê jî gotiye, ew her du yek tişt in. Amerîkî jî vê dizanin lê çavên xwe ji vê yekê re digirin. Ew ji ber şerê DAIŞê naxwazin vê tiştê bibînin.

Rudaw
Top