• Wednesday, 25 February 2026
logo

Rûsya: Me Şervanên Kurd li Sûriyê rahênan kirine

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Rûsya: Me Şervanên Kurd li Sûriyê rahênan kirine
Ferîqî Yekem di Artêşa Rûsya de Elksender Difornîkov ragehand ku, Rûsya sîtema bergirî ya pêşketî radestî Arêşa Rêjîma Sûriyê kiriye.

Îro 23 Adarê Elksender Difornîkov got: “Di çarçoveya bihêzkirina Artêşa Sûriyê, me çek û pêdawîstiyên teknîkî û pêşkeftî radestî artêşa Sûriyê kirine.”

Herwiha got: “Me ne bi tenê alîkarî jibo artêşa Sûriyê pêşkêş kirine, lêbelê me rahênan û alîkarî jibo Şervanê Kurd û hêzên niştimanî jî kirye.”

Navborî tekez kir ku, bigeha têkbirina têrorsîtan ew bû “Hemahingî di navbera firokeyên şer ên Rûsya û û hêzên hikûmeta Sûriyê de hebû.”

Tevî ku di 14 vê mehê de beşek ji hêzên Rûsya ji Sûriyê vekişya jî lê hîna jî firokeyên wan li navnda Himêmîm bi çalakiyên xwe yê leşkerî radibin û berdewamin.

Basnews
Top