• Wednesday, 25 February 2026
logo

Karayilan: Eger Erdogan pêşiya DAIŞê negire DAIŞ dê hemû Ewropayê bide ber xwe!

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Karayilan: Eger Erdogan pêşiya DAIŞê negire DAIŞ dê hemû Ewropayê bide ber xwe!
Endamê desteya serokatiya PKKê Murad Karayilan ragihand, ew girtiyên PKKê yên vê dawiyê ji girtîgeha Amedê reviyabûn, gihîştine kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê. Karayilan her wiha teqînên Brûkselê jî şermezar kir û got, eger Erdogan pêşiya DAIŞê negire DAIŞ dê tevahiya Ewropayê bide ber xwe!

Murad Karayilan ji radyoya PKKê re axivî û teqînên Brûkselê şermezar kir. Karayilan diyar kir ku teqînên Brûkselê sedî sed bi Tirkiyê re eleqedar in çimkî dewleta Tirk piştgiriya DAIŞê dike.

Li gorî Karayilan, eger Erdogan pêşiya DAIŞê negire DAIŞê dê tevahiya Ewropayê bide berxwe.

Wî rayedarê PKKê her wiha eşkere kir, ew girtiyên PKKê yên ku 5ê vê mehê ji girtîgeha Amedê reviyabûn, bi silametî gihîştine kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê.

Li ser şer û aloziyên Bakurê Kurdistanê jî Murad Karayilan got, yekane kilîta vekirina vê girêkê, rêber Apo ye. Helbet ti berpirstiya wî di şerê niha de tine çimkî biryara şer ji aliyê me ve hatiye dayîn. Lê eger şertên jiyana wî bên başkirin, dikare vî şerî bi dawî bîne.

Şeva 5ê Adara îsal 6 girtiyên PKKê ji girtîgeha Amedê reviyabûn. Reva wan girtiyan, roja 6ê mehê di serjimêriya girtiyan de derketibû. 3 ji wan girtiyan, sala 2013 ji girtîgeha Çewligê reviyabûn lê dîsa hatibûn girtin.

Rudaw
Top