• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hikûmeta Kurdistanê teqînên Brûkselê şermezar kir!

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Hikûmeta Kurdistanê teqînên Brûkselê şermezar kir!
Hikûmeta Herêma Kurdistanê teqînên duh ên Brûkselê şermezar kir û ragihand, wan teqînan nîşan dan ku êdî ti kes ji metirsiya terorê parastî nîne.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî teqînên duh ên Brûkselê, ku bibûn sedema kuştina herî kêm 30 kesî û birîndarbûna bi dehan kesên din, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Herêma Kurdistanê di eniya pêş a şerê terorê de ye lewma ji hemûyan baştir êş û azarên mexdûrên teqînên Brûkselê têdigihîje.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kiriye ku ew tawanên tirsonek dîsa nîşan dan ku êdî ti kes ji metirsiya terorê dûr nîne. Ji ber wê jî divê hemû cîhan li dijî terorê xwe xurt bikin da ku rojekê zûtir teror û DAIŞ bên tinekirin…

Duh li paytexta Beljîka-Brûkselê, 3 teqîn çêbûn: 2 teqîn li balafirgeha Zaventem a bajêr û yek jî li metroya Malbêk. Di encama wan teqînan de herî kêm 30 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Teqînên Brûkselê ji aliyê DAIŞê ve hatibûn kirin.

Rudaw
Top