• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hillary Clinton: Heger ez bibim serok ez dê bi xurtî piştevaniya Israîlê bikim

Gulan Media March 23, 2016 Nûçe
Hillary Clinton: Heger ez bibim serok ez dê bi xurtî piştevaniya Israîlê bikim
Kandîda Demokrat ya seroktîya Amerîka Hillary Clinton di konferanseke Cihuyan de got; heger ew bibe serok ewê bibe piştevaneke xurt ya dewleta Îsraîlê.

Li gorî Malpera Dengê Amerîka, îro 22 Adarê axaftina Clinton ya di konferansê de bi çepikên xurt hate pêşwazî kirin, dema wê daxuyanîya Kandîdê Komarî Donald Trump bi tundî red kir ku gotibû; Ew dê di kêşeya Îsraîl û Fîlîstînîyan de bibe serokekî bê alî.

Clinton got: “Amerîka ne hewceyî serokekî ye ku roja Duşemê bêalî ye, Sêşemê piştgirî bide Îsraîlê û Xwedê zane Çarşemê wê alîkariya kê bike.”

Herwiha got: “Gelî hevalan, ewlekarîya Îsraîlê nabe mijara bazaran. Dema mijar parastina Îsraîlê be, Amerîka nikare bêalî bimîne."

Basnews
Top