Serokayetiya Herêma Kurdistanê kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê şermezar kir
Gelê Kurdistanê bi xwe ku li hêla yekema şerê terorîstan daye gelek bi başî ji hereşe û asewar û dirindayetiya terorê têdigihe û xwe bi hevxemê gelê Belçîka dizanê. Kirdarên terorîstiyên bajarê Brukselê zenga metirsiyê ye ji bo cîhanê û wê yekê dide xuyakirin ku teror sînoran nasnake û hereşeye ji bo hemû mirovayetiyê. Her ji bo vê yekê jî rûbirûbûn û ji navbirina terorê hewlekî ciddî û hemû aliyaneye û yekgirtiya civaka navdewletî pêwîste.
Serokayetiya Herêma Kurdistanê
22.03.2016
