• Wednesday, 25 February 2026
logo

Komkara Erbî dijayetiya xwe beramberî herêma fedral a Rojava ragehand

Gulan Media March 22, 2016 Nûçe
Komkara Erbî dijayetiya xwe beramberî herêma fedral a Rojava ragehand
Komkara Erbî dijayetiya xwe beramberî Herêma Fedral aRojav – Bakurê Sûriyê ragehand û tekez kir ku divê yekperçeyî ya axaSûriyê were parastin.

Doh 21 Adarê Birîkarê Emîndarê Giştî yê Komkara Erebî Balyoz Ehmed Bin Hilî di daxuyaniyekê de ragehand ku, bi nave Komkara Erebî ew ragehandina Herêma Fedral a Rojava – Bakurê Sûriyê red dikin, “Jibe rev pênagaveke jibo perçebûna Sûriyê û birina beşekî ji axa Sûriyê bo Kurdan.”

Herwiha Amaje bi wê yekî jî Kir ku, “Beşek ji Kurdên Kurdistana Rojava bi xwe jî li dijî vê pêngavê ne, Komkara Erebî li parastina axa Sûriyê tekiyê dike û divê Sûriyê wek xwe bimîne.”

Tê zanîn ku endametiya Sûriyê di Komkara Erebî de hatiye hiweşandin û kursiya wê vala maye, tevî wilo jî Hilî dibêje: “Sûriyê welatekî girînge di Komkara Erebî de.”

Basnews
Top