Karayilan bo Erdogan: Em amade ne dest bi hevdîtinan bikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKKê Murat Karayilan ji medyaya nêzîk PKKê re ragihand, ew amade ne di çarçoveya rêkeftina Dolmabahçeyê de, ligel hikûmeta Tirkiyê dest bi muzakereyan bikin.
Murat Karayilan derbarê mercên xwe yên destpêkirina hevdîtinên muzakereyan wiha got:
“Ger ku Tayip Erdogan û AKP ji ev helwestên xwe yê kujerî, nijadperestî dest berdin mumkûne ku Newroz bibe pêngaveke nû û pêşxistina çareseriyê. Hemû kesên ku di vî alî de di bendewariyê de ne taybet ji me; em wisa dibêjin, bila şert û mercê azadiyê ji Rêber Apo re avabikin û bila li ser esasê cavderî jî hebin di çarçoveya peymana Dolmabahçe de muzekera destpêbibin em wekî tevger jê re amade ne. “
Karyilan ragihand bê azadiya Ocalan ne mimkûn e gavekê bi pêş de biçin wiha domand:
“Divê gelê me hemû bizanibin û dostê me hemû bizanibin di dîrokê de ti caran ewqasî derfet bi me re çênebûne. Derfetê her şêwazî yê rêxistinî, siyasî, civakî yê giştî em îro ji her demê bêhtir xurt in. Ên berî Erogan nekarîn me têk bibin, gelo ew ê çawa bikare me têk bibe? Eşkere ye ew jî dizanin ev nabe. Dagirkeriya li ser Kurdistanê ne bi AKP’ê re hatiye. AKP duh pêr hatiye. Dagirkeriyek heye.”
Rudaw
