• Wednesday, 25 February 2026
logo

Li Nisêbînê bombek bi hêzên Tirk de teqiya

Gulan Media March 21, 2016 Nûçe
Li Nisêbînê bombek bi hêzên Tirk de teqiya
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, bombek bi leşkerên Tirk de teqiya, herî kêm leşkerek hat kuştin.

Îro danê sibê dema hêzên artêşa Tirkiyê dixwestin derbasî taxeke Nisêbînê bibin, bombek bi wan de teqiya.

Li gorî medyaya PKKê, di wê bûyerê de 3 leşker hatin kuştin lê medyaya Tirkiyê dibêje, tenê leşkerek hatiye kuştin.

Li navçeya Nisêbînê, ji roja 14ê vê mehê de qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Li nav bajêr şer û operasiyon didome.

Rudaw
Top