Fermandarekî Pêşmerge: Nebuna mûçe bandorê li ser me nake
Fermandarê lîwaya nû yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê li bereyê Daquq Emîd Rukin Aras Qadir ji BasNewsê re ragehand, Pêşmerge hêzekî niştimaniyê û naha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rolekî qehremaniyê ya pêştir her maye û berdewam hêzên Pêşmerge jibo azadbuna Kurdistanê tekoşîn dike.
Aras Qadir ragehand; ‘’Raste Herêma Kurdistanê di krîza darayî de ye, lê krîz û nebûna mûçe bandorê li ser hêzên Pêşmerge nake.’’
Herwaha diyar kir; ‘’Heta ku DAIŞ li Mûsilê be, metirsiye ji bo herêma Kurdistanê û beşdariya hêzên Pêşmerge ya operasyona Mûsilê wê serkeftina rizgarkirina bajar bi xwere bîne.
Aras Qadir amaje bi vê jî kir: ‘’Ji bo her operasyon û êrîşekî em çaveriya Serokê Herêma Kurdistanê û fermandarê giştî yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mesûd Barzanî dikin û Pêşmerge jî ji bo her fermanekî amade ye.’’
Basnews
