DAIŞ şer li dijî Newrozê ragehand
Yek ji Fermanderên çekdarên Heşda Şeibî Cebar Mamûrî ji mîdya ragehandiye: “Li hemû navçeyên bin deselata DAIŞê de Cejna Newrozê hatiye qedexe kirin û jibo her kesekî agir dade wê bi 20 qmîiyan were siza kirin.”
Herwiha got: “DAIŞê hejmarek mezin ji polîsa Islamî li hemû deverên bin deselata xwe de belav kiriye jibo çavdêriya xelkê û sizekirina xelkên mixalif.”
Newroz yek ji kevintirîn cejnên Gelê Kurde, herwiha sersala Kurdî ye û jibrî hezaran sal Kurd ahingan bi vê boneyê dikin.
Basnews
