Amerîka: Em tevlî guhertinên hikûmeta Iraqê nabin
Balyozê Amerîkayê li Bexdayê Stewart Jones îro di daxuyaniyeke de ragihand, Amerîka piştgiriya xebatên bo reforma li Iraqê dike, lê Amerîka dê tevlî guhertina hikûmeta Iraqê nebe.
Stewart Jones anî ziman, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî mijara reformê û guhertina kabineyê bi awayekî serkeftî derbas bike.
Heyder Ebadî di 9ê Sibata borî de bang li welatiyên Iraqê kiribû û gotibû ji bo ku reform pêk werin dê kabineya Iraqê biguhere.
Ebadî di 13ê Adarê de ji aliyên siyasî xwestibû lîsteya navê namzedên bo wezaretan amade bikin.
Rudaw
