• Wednesday, 25 February 2026
logo

Enqere û Anatoliya Navîn ji pîrozbahiyên Newrozê bêpar man

Gulan Media March 20, 2016 Nûçe
Enqere û Anatoliya Navîn ji pîrozbahiyên Newrozê bêpar man
îsal paytextê Tirkiye Enqere û bi giştî Anatolya Navîn ji pîrozbahiyên Newrozê bêpar ma. HDPê her çend di serî bernameyek pîrozbahiyê ji bo Enqere û Anatolya Navîn amade kiribû jî lê belê piştî alozbûna rewşa emnî ya Enqere bernameyên HDPê hatin betal kirin. Li aliyê din xelkê Enqere hê jî newêrin derkevin meydanên sereke yên bajêrî.

Li paytextê tirkiyê enqerê her sal cejna Newrozê weke gellek navendan bi coşeke mezin dihat pêşwazî kirin û di bin rêveberiya HDPê de ahengên newrozê dihatin lidarxistin lê îsal ji ber rewşa aloz a ewlehiyê hemû ahengên Newrozê hatine betalkirin. Digel vê yekê çend komeleyên kurdan ên li Enqere jî karên xwe dane rawestandin.

Serokê Komelaya Kusî Kurdê Salih Silêmanî ji re Rûdawê re derbarê ve yekê de wiha got: “Weke tê zanîn li Enqere çend teqîn pêk hatin ya rastî tirsek hey e me jî ji ber wê bernameya xwe ya Newrozê betal kirin. DAIŞ li du parçeyên Kurdistanê li Başur û Rojava têk çû û tirs heye ku êrişê sazî û komeleyên kurdan bike, me jî ji ber wê yekê bernameyên xwe betal kirin.”

Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî hemû bernameyên xwe yên newrozê li Enqere betal kirin. Xwendakarên kurd yên ku li Enqere dixwînin jî dibêjin ji ber tirsê xofa heyî ew êdî nikarin xweş bi xweş derkevin derve.

Xwendekarekî kurd jî wiha got: “Tirs û xofek heye û hem li metropolên Tirkiyê rewş aloz e, hem jî li Bakurê Kurdistanê şer heye ji ber wê xwendekarên me gelek kêm bûne êdî xwendekar nahên komeleyê.”

Meydana kizilayê meydana herî sereke û navdar a enqerê ye teqînên enqere jî li vê meydanê pêkhatibûn, her çend bergiriyên ewlehiyê hatibine zêdekirin jî xelk hêjî newêre seredana qada Kizilayê bike.

Rudaw
Top