Li Başurê Kurdistanê ahengên Newrozê birêve diçin
Li bajarê Kerkûkê yê Başûrê Kurdistanê, îro 2 cejn tên pîrozkirin, him 25emîn salvegera serhildan û raperrîna xelkê Kerkûkê li dijî rêjîma Seda Husên e him jî şeva sersala kurdî û Newrozê ye.
Navçeya Akreyê wek paytexta pîrozbahiya cejna Newrozê tê nasîn, tevî keşûhewayê welatî Newrozê bi çoş pîroz dikin. Xortên Akreyê bi xitîran (meşale) Çiyayê Akreyê xemilandin.
Li navçeya Zaxo jî welatiyên agirê Newrozê li ser pira Zaxoyê vêxistin û bi beşdariya çend hunermendan cejnê pîroz dikin.
Li parêzgeriya Silêmaniyê tevê kirîza darayî welatiyan agirê Newrozê vêxistin û cejna Newrozê li qadan pîroz kirin.
