Peyama Nêçîrvan Barzanî bi hilkevta cejna newrozê
Bi hilkevta cejna newrozê, bedewtirîn pîrozbahiyê ji neteweya kurd û hemû neteweyên ku cejna newrozê digirin, pîroz dikim, bi taybetî gelên Îranê ku newroz yek e ji hevbeşiyên navbera gelê Kurdistanê û gelê Îranê. Hêvîdarim ev cejne bibe cejna aştî û aramî bo devara me.
Cejna malbatên şehîdan û enfalkiriyan pîroz dikim. Cejna malbatên kurdên êzîdî pîroz dikim, ku hêj kes û karên wan di bin destê DAIŞê da mane û hêvîdarin li cejna din li Kurdistanî di gel me de bin.
Cejna pêşmergeyên berxwedêr û egîdên Kurdistanê pîroz dikim û ji wan re dibêjim bi serketina we bi ser DAIŞê, we newroz bi egîdî û dastaneka din dewlemendtir kir.
Mixabin şerê DAIŞê û qeyrana darayî bandoreka nerênî bo ser rewşa Herêma Kurdistanê çê kiriye, lê em gelê Kurdistanê piştrast dikin ku em vê qeyranê jî derbaz dikin û terorê dişkênin û Kurdistan li ser pêşketinê berdewam dibe.
Bi hilkevta cejna newrozê û serê sala nû ya kurdî, hêvîdarim hemû aliyên Kurdistanê bi hev re rûnin û hemû pirsgrêkan bi riya diyalogê çareser bikin, ji ber ku serdemê nû pêwîstî bi yekrêziyeka zêdetir ji bo gehiştin bi serketin û parastina Kurdistanê û bi dest anîna desketên pitir bo gelê me heye.
Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
20 Adara 2016
