• Wednesday, 25 February 2026
logo

Hikûmeta Tirkiyê: Teqîna Stenbolê karê DAIŞê bûye!

Gulan Media March 20, 2016 Nûçe
Hikûmeta Tirkiyê: Teqîna Stenbolê karê DAIŞê bûye!
Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala ragihand, ew kesê ku duh xwe li Stenbolê teqand, endamê DAIŞê bûye.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê Efkan Ala derheqê teqîna xwekujî ya duh li Stenbolê, di civîneke rojnamevaniyê de agahî da û ragihand, li gorî lêkolînên ku me kirine, derketiye holê ku navê kesê xwekuj Mehmet Ozturk e û endamê DAIŞê bûye.

Li gorî agahiyên wî Wezîrê Tirk, Mehmet Ozturk xelkê navçeya Şehîdkamilê ya bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê bûye ku 3 sal berê ji mal derketiye.

Efkan Ala da zanîn ku bav û birayê Ozturk jî hatine girtin û got, xwekujê han sala 1992 li Dîlokê ji dayîk bibû.

Bavê Ozturk dabû zanîn ku 3 meh berê li Dîokê kurê xwe dîtiye lê ji hingê ve nedîtiye.

Nasnameya xwekujê Stenbolê bi têsta DNAyê hatiye eşkerekirin.

Di teqîna duh a Stenboê de, 5 kes hatibûn kuştin û 36 kes jî birîndar bibûn. 3 kuştî, îsraîlî û yek jî îranî bûn. Ji birîndaran jî 24 jê biyanî bûn.

Wezîrê Hundir ê Tirkiyê derheqê pîrozbahiyên Newrozê û qedexeyên li Bakurê Kurdistanê de jî got, li bajar û navçeyan pîrozbahiyên Newrozê tên lidarxistin lê li hinek deveran biryar hatiye dayîn Newroz neyê pîrozkirin.

Efkan Alan anî ziman ku ji bo Newrozê 200 hezar polîs û leşker hatine erkdarkirin.

Rudaw
Top