• Thursday, 11 June 2026
logo

PDK: Fedraliyet mafê Kurde li Rojavayê Kurdistanê

Gulan Media March 18, 2016 Nûçe
PDK: Fedraliyet mafê Kurde li Rojavayê Kurdistanê
Piştî ku duh pênşemê 17ê Adar li Rojavayê pergala nû ya federaliyê bi fermî hat ragihandin, aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê wek PDK û YNK pêşwazî li wê biryarê kirin.

Endamê Serkirdatiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Elî Ewnî li ser vê biryarê kêfxweşiya xwe anî ziman û got: "Bi kêmanî federalî mafê gelê me li Rojavayê ye."

Elî Ewnî got, ev biryar bersivek baş bo Nûnerê Sûriyê yê li Netewên Yekbûyî Beşar El-Ceiferî û hikûmeta Sûriyê re bû, ku daxwaz dikir, ewên ku behsa federaliyê li Sûriyê dikin, hebên Panadolê bixwin.

Ewnî herwiha da xuyakirin, niha vîna civaka navdewletî hatiye ser wê yekê ku sîstemeke federal li Rojavayê bê avakirin û tekez kir, ku rewşa Rojavayê dê bandorek mezin li ser parçeyên din ên Kurdistanê jî hebe.

Ji aliyekê din ve Bepirsê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Herêm Kemal Axa pêşwazî li biryara ragihandina federaliyê li Rojavayê Kurdistanê kir û got: "Lê belê nabe ku tekrewî li Rojavayê berdewam be û pêwîst e, ku hemû alî beşdarî desthilatdariyê bibin."

Kemal Axa amaje bi gotinên Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di paneleke Dîdara Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê (SuliForum) kir û got, ew bi wan axiftinên Salih Muslim dilxweş e, eger ew pêk werin, ji ber ku bi gotina wî Muslim daxwaza parastina yekrêziyê di nava mala Kurdan kir.
Top