Nûnerê serok Obama: Amerîka li ser alîkarîkirina Herêma Kurdistanê berdewam dibe
Di civînê de ku, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr, Fuad Hisên serokê dîwana seroaktiya Herêma Kurdistanê, Kerîm Şingalî wezîrê karê navxwe û wezîrê karûbarên pêşmerge bi wekalet û Sefîn Dizeyî peyvdarê hikûmetê amade bûn, Makgork behsa pêşhatên dawiyê li bereyên cenga dijî terorîstên DAÎŞê û bihêzkirina komîteya hevahengiya navbera hêzên hevpeymanan, Bexda û Hewlêrê ku, bi armanca operasyona azadkirina bajarê Mûsilê ji bin destê terorîstên DAÎŞê hatiye pêkanîn kir.
Nûnerê serok Obama tekîd kir ku, Amerîka li ser piştevanîkirina hêzên Pêşmerge û bi taybetî ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, berdewam dibe û got ku Amerîka haydarî rewşê ye û wê yekê gotûbêj dike, ji bona derbasbûn ji wê rewşa dijwar, bi çi awayî dikare hevkariya Herêma Kurdistanê bike.
Nêçîrvan Barzanî sipasiya serdan û alîkariyên berdewamên Amerîkayê ji bo pêşmerge kir û hêvî xwest ew alîkarî berfirehtir û baştir bibin, ji ber ku Herêma Kurdistanê di kirîzeke dijwara êkonomî de derbas dibe, di warê leşkerî û mirovî de zêdetir pêwîstî bi hevkariyan heye, bi tyabetî ku hijmareke gelek zêde ya koçber û penaberan ji ber tirsa terorê hatine Herêma Kurdistanê.
Serokwezîr ji şandeya mêvan re got ku ji bona çareserkirina pirsgirêkên navxweyî ew amadene bi hemû aliyan re danûstandina bikin û di vê çarçoveyê de pêngavên piraktîkî hatine avêtin û hêvî xwest ku, di demek nêzîk de hemû pirsgirêk çareser bibin.
Rewşa siyasî û emnî ha herêmî û welatên cîran,operasiyona azadkirina Mûsilê û çareserkirina pirsgirêkên nvabera Hewlêr û Bexdayê bi riya diyalogê hin mijarên din yên civînê bûn.
