Rûsiya: Emê lêkolînê li ser zilmên Tirkan derheq bi Kurdan bikin
Mariya Zaxarova di konferanseke çapemeniyê de got: "Me agahiyên berfireh ji televizyona RTyê xwestin, wan jî duh pêşkêşî me kirin, dikarim bibêjim ku êdî hayê wezîrî jê heye, pisporên me dê agahiyan analîz bikin û em ê nirxandina xwe bi we re parve bikin".
Herwiha wek tê zanîn ku kanala RTê daxwaznameyek belav kiribû ku tê de ji civaka navdewletî xwestibû, ku lêkolînê li kuştina sivîlên kurd li ji aliyê ewlekariya Tirkiyeyê ve were kirin.
Ekîba kanalê raportek derbarê rewşa bajarê kurdan de amade kiribû û ew raport pêşkêşî rêxistinên mafên mirovan kiribû. "Human rights Watch", rêxistina efûya navneteweyî û Komsiyona navdewletî ya Xaça Sor di wan rêxistinan de ne ku raport gihiştiye wan.
