• Thursday, 11 June 2026
logo

Asayişa Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê qedexe kir!

Gulan Media March 17, 2016 Nûçe
Asayişa Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê qedexe kir!
Asayîşa Rojavayê Kurdistanê derbarê pîrozbahiyên cejna Newrozê de hişyarî da gel û hemû şahiyên cejna Newrozê qedexe kirin.

Rêveberiya Giştî ya Asayişa Rojavayê Kurdistanê îro pênşemî 17ê Adarê daxuyanek weşand û têde derbarê pîrozbahiyên cejna Newrozê de hişyarî da gel.

Di daxuyaniyê de Asayişa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê hemû şahiyên şeva cejna Newrozê qedexe kir.

Asayişê sedema qedexekirina cejna Newrozê li Rojavayê Kurdistanê bo sedemên ewlehiyê û parastina jiyana welatiyan vegerand.

Asayişa Rojavayê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha got:

“Bi nêzîkbûna cejna Newrozê re û ji ber rewşa Sûriyeyê ya niha , her wiha bandora vê rewşê di aliyên siyasî û leşkerî li ser Rojhilata Navîn, em bang li welatiyên Rojava bi hemû pêkhat û neştecîhên wê dikin ku erkên li ser milên xwe bi baldarî bikin û pêwîste li dijî êrîşên li ser herêmê bisekinin. Li ser vî bingehî ji bo şahiyên cejna Newrozê me hijmarek ji biryarên parastin û ewlekariyê yê kû xizmeta gel û civakê dike, derxistin. Em di wê baweriyê de ne ku welatiyên Rojava wê bi saziya Asayîşê re erk, xebat û alîkariyekî pir bi wate pêşkêş bikin.”

Li gor daxuyaniyê, Asayişa Giştî ya Rojavayê Kurdistanê çend biryar jî bo rojên cejna Newrozê dane. Biryarên ku Asayişa Rojava dane wiha ne :

1- Kombûn û lidarxistina şahiyan di şeva 20ê Adara 2016an de qedexe ye. Herwiha dê hêzên me yên Asayişê destwerdanê di cihê xwepêşandanê de bikin û (wan) belav bikin, herwiha kesên berpirsyar dê ratsî lêpirsînê werin.

2- Pêxistina agiran û bi kar anîna lîstokên agir di nava bajarên de, qedexe ye .

3- Ji roja înê 18 Adarê ve û heta roja sêşemî 22 Adarê, tevgera motorsîkletan di nava bajaran de qedexe ye.

4- Asayiş hemû agahdarkirin, gilî,têbinî û pêşniyaran li ser van numaran pêşwazî dike :

Sûriye : 0938699124 - Tirkiye : 05364856112 - Viber:00905364856112

Di beşeke din a daxuyaniyê de, Asayişa Rojavayê Kurdistanê cejna Newrozê li gelê Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê û Rojhilata Navîn pîroz dike û hêvî dike, ku gel bo cîbicîkirina biryaran bi hêzên Asayişê re alîkar be.

Rudaw
Top