Serokê Parlementoya YE: Divê Enqere fêm bike!
Serokê Parlementoya Yekîtiya Ewropayê (YE) Martîn Schulz derbarê lûtkeya YE ligel Tirkiyê ya sibe û dusibe li Bruksselê de, ji Tora Medyayî“Funke Mediengruppe“ ya almanî re axivî û bangî Tirkiye kir ku pirsa Kurdan li Bakurê Kurdistanê bi rêyên aştiyane çareser bike.
Martîn Schulz got: “Divê Enqere fêm bike ku ji bo pirsa Kurdan çareseriyeke leşkerî tine.“
Serokê Parlementoya YE herwiha bang li Tirkiyê kir ku azadiya ragihandinê li ber çavan bigire û diyar kir ku di hinek pirsan de jî YE dikare gavan ber bi Tirkiyê ve bavêje, bo mînak di vekirina dosyeyên nû yên danûstandinên endametiya Tirkiyê di YE de, an jî hêsankirina vîzeyê ji bo welatiyê Tirkiyê.
Schulz herwiha amadeyiya Ewropayê nîşan da ku ji bilî 3 milyar Euroyên ku Ewropayê soza dana wan daye Tirkiyê, 3 milyarên din jî weke arîkarî bo Tirkiyê bên dayîn, da ku koçber li Tirkiyê bên xwedîkirin.
Rudaw
