• Thursday, 11 June 2026
logo

Taxa Rezanê bi tang û otombîlên leşkerî dorpêçkirî ye

Gulan Media March 17, 2016 Nûçe
Taxa Rezanê bi tang û otombîlên leşkerî dorpêçkirî ye
Li Sûr a navçeya Diyarbekirê, şer xilas bû, lê qedexe di roja 105 de jî didome. Li Gever a navçeya Colemêrgê û Nisêybîna navçeya Mêrdînê 4 roj in, li Şirnexê jî 3 roj in ku qedexe û şer û alozî destpê kirine. Li taxa Kaynartepeya bi ser navçeya Rezan ya ser bi Diyarbekire ve jî 3 roj in ku qedexe û şer û pevçûn destpê kiriye.

Li Kayanartepeyê di roja 3. de, li gel bi dehan otombîlên zirxpoşkirî, leşker û paletên zirxpoşî jî hatin veguhastin û amadekariya operasyoneke dijwar tê kirin.

Di 14ê Adarê de, li taxa Kaynartepeya Diyarbekirê polîs di serdema ku amadekariya operasyonê dikir de, bi êrîşek re rûbirû ma û di encamê de jî polîsek hatibû kuştin. Parêzgariya Diyarbekirê jî li taxê heta, agahdariyeke din qedexe ragihandibû.

K24
Top