• Friday, 20 February 2026
logo

Taxa Kurdan di bin êrişê de ye – 4 şehîd û 7 birîndar!

Gulan Media March 10, 2016 Nûçe
Taxa Kurdan di bin êrişê de ye – 4 şehîd û 7 birîndar!
YPGê ragihand, çekdarên ser bi Dijbereya Sûriyê îro bi giranî êrişî taxa Kurdan a bajarê Helebê, taxa Şêx Meqsdû kirin û di encama topbarana giran a wan de 4 kes şehîd bûne û 7 kes jî birîndar bûne.

Fermandariy Yekîneyên Parastina Gel (YPG)ê îro di daxuyaniyekê de ragihand, çekdarên çend komên ser bi Dijbereya Sûriyê û Eniya El-Nusra û Ehrar El-Şam îro 10ê Adarê bi giranî taxa Şêx Meqsûd a Helebê topbaran kirin.

Fermandariya Giştî ya YPGê da xuyakirin, ku wan derbarê êrişên îro de zanyariyên hûr ji navenda kordînekirina navnetewî ya taybet bi çavdêriya agirbesta Sûriyê re şandiye û ew ji binpêkirinên komên çekdar ên girdayî Dijbereya Sûriyê agahdar kirine.

YPGê got, di encama êrişên îro de yên komên çekdar bo ser taxa Şêx Meqsûd de, 4 kes şehîd bûn û 7 kesên din jî birîndar bûn. Li gor daxuyaniyê, 3 ji şehîdan şervanên YPGê ne, herwiha 3 ji birîndaran jî şervanên YPGê ne û yên din welatiyên sivîl in.

Di daxuyaniyê de tê gotin, ku topbarankirina taxa Kurdî ya bajarê Helebê ku niha di bin kontrola şervanên YPGê de ye, di saet 11:00ê îro dest pê kir û heya niha didiom e.

YPGê diyar kir, ku komên çekdar, gulleyên top, hawinê û roketên destçêkirî tavêjin taxa Şêx Meqsûd.

Li gor daxuyaniyê komên çekdar ên girêdayî Hevpeymaniya Niştîmaniya Sûriyê yên wek Tevgera Ehrar El-Şam, El-Cebha El-Şamiye, Lîwaa Sultan Murd, Tabûrên Sultan Fatih, Tabûrên Feqtesim Kema Emert, Tabûrên Nûreddîn Zengî, Lîwaya 13, Fewca Yekemîn, Tabûra 116’an û Tabûrên Ebû Emara êrişî Şêx Meqsûd dikin.

Rudaw
Top