• Friday, 20 February 2026
logo

Îran 5 girtiyên Başûrî radestî Herêma Kurdistanê dike

Gulan Media March 10, 2016 Nûçe
Îran 5 girtiyên Başûrî radestî Herêma Kurdistanê dike
Hat zanîn ku hikûmeta Îranê dê 5 girtiyên Başûrî yên ku li Îranê girtî ne, radestî Herêma Kurdistanê bike.

Beriya niha di navbera Îran û Iraq-Herêma Kurdistanê de rêkeftina pevguhertina girtiyan hatibû îmzekirin. Herêma Kurdistanê beriya niha nêzîkî 100 girtiyên îranî radestî hikûmeta Îranê kiribû lê Îranê ti girtiyekî Başûrî radestî Herêma Kurdistanê nekiriye.

Derheqê vê yekê de, berpirsê pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê, Ebdullah Akreyî ji Rûdawê re got, Îran jî dê hefteya bê 5 girtiyên Başûrî radestî Herêma Kurdistanê bike.

Ebdullah Akreyî da zanîn, Herêma Kurdistanê beriya niha 97 girtiyên
îranî radestî hikûmeta Îranê kiribû, tenê 30 girtiyên îranî li Kurdistanê mane.

Akreyî anî ziman ku beriya niha Îranê ragihandibû dê 11 girtiyên Başûrî radestî Herêma Kurdistanê bike lê 6 kes ji wan girtiyan dê li hember dayîna pere bên berdan, ew pere jî dê ji aliyê malbatên wan ve tê dayîn.

Rudaw
Top