Buhayê şerê Sûriyê 700 milyar dolar e
Derbarê wê rêjeyê rêxistina World Vision raporek belav kir tê de, bihayê şerê li Sûriyê di hundirê pênc salan destnîşan kir û got: "Eger şerê li Sûriyê îsal bi dawî were zirarên wî welatî digehin 700 milyar dolar, lê eger heta sala 2020an berdewam bike dê bighe yek tirilyon û 300 milyaran."
Li gor rapora rêxistina navborî 25 milyon salên xwendinê jî hatin binpêkirin, ew jî bi sedema nepeydabûna xwendinê ji 3ê milyon zarok re.
Ev pênc salin şerê li Sûriyê berdewame, heta niha 250 hezar kuştî, ji wan 11 hezar zarok hene, herwiha 5 milyon kes ji wî welatî jî penaber bûne.
K24
