Pereyê cotkaran geha H. Kurdistanê
Cîgirê Serokê Komîteya Kiştûkal û Avdêrî Xerîb Mistefa Hemexan ji BasNews re ragehand: “Piştî ku me gelekî li hêviyê man, îro 9 Adarê pereyê genmê cotkarên Herêma Kurdistanê gihştin bajarê Silêmanî û ji wir jî pişka Hewlêr û Duhokê hate şandin.”
Herwiha eşkere kir ku, 4 milyar dînar bo Silêmanî, 4 milyar jî bo Hewlêr û 3.5 miyar jî bo Duhokê hatine terxan kirin.
Navborî herwiha got: “Pere zor kêmin, ne ligorî çavêriya cotkarên Kurdistanê bû û wezîrê bazirganiya Iraqê jî biryar neda ku pereyan zûtir bişîne.”
Herwiha amaje bi wê yekê da ku piştî bidawî hatina karên rotini, tê pêşbînî kirin ku ev pere li parêzgehên Herêma Kurdistanê ve were dabeş kirin.”
Basnews
