YBŞ: Heta Bexda nebêje em ji Şingalê dernakevin!
Derdora 5 mehan bi ser rizgarkirina bajarê Şingalê re derbas dibe. Piştî rizgarkirina Şingalê ji tevahiya hêzên leşkerî hatibû xwastin ku avahiyên fermî vala bikin. Hêzên Pêşmerge ew avaî vala kirin lê Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ), ku nêzîkî PKKê ye, hîn di nav wan avahiyan de ne.
Qayîmeqamê Şingalê Mehma Xelîl derheqê vê yekê de ji Rûdawê re got, em nizanin çi bikin. Me çend caran ji wan re gotiye vala bikin lê wisa xuya dike. Eger vala nekin emê li ba hevpeymaniya navdewletî û nûnertiya NY ya Iraqê (Yonamî) li dijî wan dozê vekin.
Mehma Xelîl diyar kir ku ew dibêjin “em girêdayî hikûmeta Iraqê ne”. Madem wisa ye bila Iraq wan ji wir derxe, eger dernexe emê li dijî hikûmeta Iraqê jî dozê vekin.
Fermandeyekî YBŞê bi navê Heval Mezlûm li ser vê arîşeyê ji Rûdawê re got, em girêdayî hikûmeta Iraqê ne, eger ew ji me bixwazin emê vala bikin lê em bi gotina qayîmeqamê Şingalê vala nakin. Çimkî ew me wek hêzeke ne qanûnî dibîne.
Qayîmeqamê Şingalê di bersiva wî fermandeyê YBŞê de got, min û heval Mexlûm li devera Barê şerê DAIŞê dikir. Çima wê demê tiştekî wiha nedigot!
Serokê Encumena Parêzgeha Mûsilê Beşar Kîkî jî li ser wê kirîzê ji Rûdawê re got, me ji bo vê yekê nameyek ji hikûmeta Iraqê re şandiye û me jê xwestiye, helwesta xwe li hember hebûna YBŞê zelal bike û ji wan bixwaze avahiyên fermî yên Şingalê vala bikin.
Rudaw
