• Friday, 20 February 2026
logo

Bist welatiyên din yên Ereb xwe spardin hêzên pêşmerge

Bist welatiyên din yên Ereb xwe spardin hêzên pêşmerge
Hijmareke din welatiyên Ereb ji destê DIŞIê reviyan û xwe spardin hêzên pêşmerge.

Fermandarê hêzên pêşmerge yên li mihwera Mexmûrê Edhem Mizûrî eşkere kir ku di çarçoveya hewlên welatiyên Ereb yên bo dûr ketin ji desthilatê DIŞIê û reviyan ji destê DIŞIê de, îro zêdetir ji 20 welatiyên din yên Ereb ji cêyên ku şêniyên wan Erebin û di destê DIŞIê dene reviyane û xwe spardine destê hêzên pêşmerge.

Mizûrî eşkere kir ku ew welatiyên han niha li cem hêzên pêşmergene û piştî bi dawî anîna karûbarên pêwîst yên wan vê bo cêyên din werin veguhastin.
Top