Bi serperiştiya Barzanî PDK û YNK dicivin
Li gor agahiyên Rûdawê bidest xistine, sibe 6ê Adarê rêveberiya politbûroya PKD û YNKê dê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê bên ba hev.
Hat zanîn di civînê de mijara rewşa dawî ya Herêma Kurdistanê û peywêndiyên herdu partiyên dê bên gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî 27ê Sibatê di bersiva vê pirsê de ku gelo îhtimal heye PDK û YNK bi hev re hikûmetê ava bikin jî gotibû, em bi rayedarên YNKê re her gav dicivin û emê hefteya din jî bi wan re rûnên.
Rudaw
