• Friday, 20 February 2026
logo

Enes el-Ebdê wek Serokê Îtîlafa Sûriyê hat hilbijartin

Enes el-Ebdê wek Serokê Îtîlafa Sûriyê hat hilbijartin
Tevî nakokiyên di navbera Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê, Enes el-Ebdê wek serokê nû yê Îtîlafê hate hilbjartin.

Îtîlafa Opozîsyona Sûriyê, îro bo hilbijartina posta Serokê Îtîlafê û 3 Cîgirên wî bo 6 mehan birêve çû. Enes el-Ebdê wek serokê nû yê Îtîlafê hate hilbjartin.

El-ebde di 1967an jidayik bûyê û derçuyê beşê Geofêzyayê li Zanîngeha Yermok li Urdinê ye . El-Ebde Tevgera Dad û Avakirinê ji Urdinê de raghand û kar li dijî rêjîma Beşar Esed kir. Herwiha yek ji damezrênerên Encumena Niştîmanî ya Sûriyê ye .

Li gor zanyariyên K24ê, di nava civîna hilbijartina Serokê Îtîlafê, hin nakokî çê bûn û ji hejmara 103 endamên Desteya Giştî, tenê 63 endaman dengên xwe dan.

Ji bo posta Cîgirê Serokî Îtîlafê, endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Ebdilhekîm Beşar hate hilbijartin.

Îtîlafa Opzîsyona Sûrî, di sala 2012an li Qeterê hat damezrandin û Meleyê Mizgefta el-Emewî, Muaz Xetîb wek yekemîn Serokê wê hat hilbijartin.

K24
Top