Serokê Herêmê bi xwe dê pişikdar be di çaksazîyê de.
Ûmêd sebah gotebêjê Seroaktîya Herêma Kurdistanê ragehand: Serokê Herêma Kurdistanê bi xwe dê pişikdar be di piroseya çaksazîyê de û hevahengîyê li gel alîyên peywendar dê bike.
Got jî: Her tiştek ku pêdivî be ji alîyên Dezgehên Çavdêr bo encamdana karên wan û piroseya çaksazîyê, Barzanî bi xwe dê bihê di nav piroseyê de û her asankarîyek pêdivî be, dê encam bide.
Serokê Desteya Destpakîya Herêama Kurdistanê, Ehmed Enwer, bi Kurdistan24 ragehand: Dema em dibêjîn yasa, bêguman divê yasa bi ser her kesekî bi yeksanî bihê encamdan, vêcar ew kes fermanberekê asayî be yan jî berpirs be.
Li ser biryarên serokê Herêma Kurdistanê bo encamdana çaksazîyê li Herêma Kurdistanê, hijmareka hevwelatîyan bo Kurdistan 24 axivtin û wan bi ûmêd ve li piroseyê dinerîn û hêvî dikin hemû alî harîkar bin di serkevtina piroseyê de bo berjewendîya gelê Kurd û fermanrewayîyê li Başûrê Kurdistanê.
K24
