Encumena Parêzgeha Duhokê raspartiyên Encumena Wezîran ji bo rêkxistina bazar praktîze dike
Encumena Parêzgeha Duhokê li demê heftiyekê hijmarek civîn tevî aliyên têkildar bi jiyana welatiyan saz kiriye û li gor desthilata ku ji aliyê Encumena Wezîran jê re hatiye sipartin, briyarên giring ji bo kêmkirina bandora qeyrana darayî li ser milê welatiyan daye.
Fehîm Ebdula Serokê Encumena Parêzgeha Duhokê li daxuyanîyeka taybet ji bo malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê xuya kir ji bo çawaniya berhingar bûna qeyrana darayî,Encumena Parêzgeha Duhokê roja yekşem 7 Sibata 2016 tevî berpirsên yekeyên îdariyên parêzgehê ( Parêzgar û heft Qaymeqamên Parêzgeha Duhokê) civiya.
Encumena Parêzgeha Duhokê roja paştir ji bo rêkxstina bazara petrol û gazê,tevî berpirsên têkildar wek Rêveberê Sutemenî,Rêveberê dabeşkirina gaz,kompaniyayên vê biyavê û nûnernê benzînxaneya civiya.
Di gava yekem de briyara kêmkirina nirxê gazê hate dan ku her botleka gazê bi qasî hezar dînar hatiye kêmkirin. Bo petrola sipî jî,du benzînxane razî bûne her lîtireka petrola sipî bi 400 dînaran bi welatiyan bifroşin ku her bermîlek dike 80 hezar dînar û bo deverên çiyayên Parêzgeha Duhokê wek Şîladzê û Kanî masî jî veguhêzin,ku li deverên çiyayî yarmetîdereka serekî ye ji bo kêm kirina bargranîya darayî li ser milê akinciyên wan deveran.
Serokê Encumena Parêzgeha Duhokê derbarê rêkxstina nirxê benzînê jî xuyakir heya niha sê kompaniya li Parêzgeha Duhokê benzînê tînin,lê li gor plan û pirograma ku me danaye,hijmara wan bo nêzî 10 kompaniyayan dihê zêdekirin,ku bo vê yekê derfet bi hemû kes û kompaniyayan dihê dan li gor rênimayî,merc û parastina kalîtiya benzînê bihêne nav vê bazarê û bi awayê hevrikî benzînê ji bo nav Parêzgeha Duhokê bînin,ku ta niha her lîtireka benzînê li Duhokê bo 550 dînaran û benzîna super jî bo 650 dînaran hatiye kêmkirin.
Derbarê rêkxstina bazar jî,Fehîm Ebdula xuyakir her çend bazareka azad e,lê em li gor şyanên xwe hewla rêkxstin û çavdêriyê didn ku bo vê yekê jî tevî Serokê Odeya Bazrganî,Rêveberê Çavdêriya Bazrganî,Berpirsê hobeya abûrî li Asayişa Duhokê,Rêveberê Bac û Dahat û Xaniyan,Rêveberê Gumrik û Rêveberê kalîtî Kontirol civiyan.
Di civînê de behsê çawaniya parastina bazar ji monopol û kêm kirina nirxê pêwîstiyan hate kirin. Beşdarên civînê ji bo kêmkirina kirê û nirxê xanî û dukan û pêwîstiyên jiyanê gelek pêşniyaz pêşkêş kirin,ku kirê ya xanî û apartmanan demekê ye daketiye.
Serokû Encumena Parêzgeha Duhokê her wiha got gelek xudiyên xanî û şofêrên taksî û pasan ji aliyê xwe kirê û nirxê hatin û çûnê kêm kirine û geşbîniya xwe jî bo serketina pilana Encumena parêzgehê ji bo rêkxstina bazar û cî bi cî kirina rasipartiyên Encumenê Wezîran nîşan da û xuya kir akinciyên Parêzgeha Duhokê gelek yarmetîder in ji bo serxstina pilana îdareya Duhokê û çareser kirina vê rewşê ku hembêza Herêma Kurdistanê grtiye.
