• Friday, 20 February 2026
logo

Ebadî û Merkel li ser Êzîdiyan û Mûsilê li hev dicvin

Gulan Media February 11, 2016 Nûçe
Ebadî û Merkel li ser Êzîdiyan û Mûsilê li hev dicvin
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çû Almanya. Ebadî dê bi Serokwezîr Almanya Angela Merkel re hevdîtin bike.

Peyamnêrê Rûdawê li Almanya, Zinar Şîno ragihand, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, şeva borî piştî serdana xwe ya Îtalyayê gihîşt Almanya.

Zinar Şîno da zanîn ku Ebadî dê îro saet 13:30 bi dema Hewlêrê bi Serokwezîra Almanya Angela Merkel re hevdîtin bike.

Peyamnêrê Rûdawê anî ziman ku yek ji mijarên rojeva hevdîtina Ebadî û Merkel, operasyona Mûsilê her wiha rewşa kurdên êzîdî û Şingalê ye.

Li gorî agahiyên Zinar Şîno, piştî hevdîtin dê her du lîder saet 15:00 bi dema Hewlêrê presskonferansekê li dar bixin û li ser naveroka hevdîtina xwe agahiyan bidin.

Rudaw
Top