• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Mesrefên şerê dijî terorê bargiranî li ser Kurdistanê dikin

Gulan Media February 10, 2016 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Mesrefên şerê dijî terorê bargiranî li ser Kurdistanê dikin

Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê civiya.

Duh Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Konsulusê Kanadayê yê li Îraq û Urdinê Bruno Saccomani kir.

Di civînê de behsa şerê dijî terorîstên DIŞIê hate kirin û Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî eşkere kir ku mesref û têçûyên şerê dijî terorîstên DIŞIê bargiraniyeke mezine li ser stuyê Kurdistanê û lazime civaka cîhanî hevkariya Kurdistan û hêzên pêşmerge bike.

Di berdewamiya hevdîtina han de Mesrûr Barzanî û Saccomani nêrînên xwe yên derbarê dom kirina hevkariyên leşkerî û diplomatîkî yên Kanadayê bo Kurdistanê li hev veguhastin û behsa pêşhat û pêşkeftinên meydanî yên di şerê dijî terorîstên DIŞIê jî kirin.

Her di civîna han de Mesrûr Barzanî tekez li ser girîngiya rêbazên leşkerî û herwiha pabend bûna civaka cîhanî ya bo têkşikandina bilez ya terorîstên DIŞIê kir û anî ziman ku mesrefên şerê dijî terorîstên DIŞIê bargiranî li ser Kurdistanê dike lewre lazime di şerê dijî terorê de civaka cîhanî hevkariya darayî ya hêzên pêşmerge bike.

Li hember de jî Konsulusê Kanadayê behsa guhertinên hikûmeta Kanadayê yên derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û diyar kir ku hevdem li gel ev guhertinên han Kanada berdewam dibe li ser perwerde kirina hêzên pêşmerge û dabîn kirina pêdiviyên leşkerî bo hêzên pêşmerge û ew yek jî nîşaneya cidî bûna Kanadayê di şerê dijî terorê deye.

Saccomanî tekez li ser vê yekê kir ku Kanada hevkariyên xwe bo hêzên pêşmerge û Kurdistanê didomîne û ji vê yekê jî şerim nake.

Di dawiya civîna han de tekez li ser bihêztir kirin û berfiretir kirina têkiliyên navbera Kanada û Kurdistanê hate kirin.
Top