Serok Barzanî çend biryarek di derbarê çaksaziya li nav Hikûmetê de ragihand
Biryar
Bi palpiştiya yasaya Serokayetiya Herêma Kurdistanê hejmara (1) ê sala 2005 ê hemwarkirî û bi mebesta zêdetir rêxistina karubarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamdana çaksazî û çareserkirina kêmasiyên li nav saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê me biryar da:
1. Encamdana çaksazî û rêxistinên li van warên xwarê:
A. Pêdaçûna bi heykeliyeta kargêrî(îdariya) Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina li ser bingeheke guncaw û li gor pêwîstiya Hikûmetê.
B. Pêdaçûna bi heykeliyeta darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistina jimêryariyên li hemû saziyên Hikûmet û Wezareta Darayî li ser bingeheke guncaw.
C. Pêdaçûna bi hemû mîlakatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi mebesta rêxistina mîlakat, û karkirina damezrandina Encûmena Raje.
D. Pêdaçûna bi mîlakata hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê û saziya Pêşmerge û rêxistina mîlakat û heykeliyeta serbaziya hêzên Pêşmerge û rêxistina wan.
E. Pêdaçûna bi hemû zeviyên çandinê û geştuguzariyan(turizmê) û rêxistina wan û nehiştina her zêdeçûnek li ser mulkên giştî.
F. Pêdaçûna bi hemû mulkên Hikûmetê ku bi awayeke girêbest yan girêbesta banevanî yan li ser bingeha veberhênanê bi hemwelatiyan hatine dayîn û rêxistina mulk û zevî û avahiyan û hemû kirêyên hikumetê bi ber çav girtina rewşa aborî.
G. Pêdaçûna bi hemû wan xanî û mulkên ji aliyê Hikumetê ve bi kirê hatine girtin bi mebesta kêmkirinê wan û rêxistina kirên wan.
H. Pêdaçûna bi xerca saziyan û nehiştina xerciyên zêdeçûnê.
I. Pêdaçûn û rêxistina dahata Herêma Kurdistanê.
J. Pêdaçûna sîstema veberhênana li Herêma Kurdistanê.
2. Ew kompanyayên ku bi awayeke yasayî li erk û çalakiyên xwe de serkeftî bûne li gor mekanîzmekî guncaw daxwaz ji wan bê kirin ku ji bo derbasbûna qeyrana darayî û yarmetîdana rewşa aboriya Herêma Kurdistanê beşek ji sûdên xwe pêşkêşî gencîneya Hikûmetê bikin.
3. Ew kes û kompanyayên bi awayeke neyasayî dewlemend bûne û tevlî gendeliyê bûne pêwîste îcraat li gel wan da bê kirin û li gor mekanîzmek û bi awayeke dadperwerane sûd û dahatên wan bidin gencîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
4. Ji bo bi cîhkirin û duvdaçûna vê biryarê bi fermana Herêmî lîjneyek tê pêkanîn ku karên xwe li gor mekanîzmekî guncaw encam dide û encama karên xwe ji bo Serokê Herêma Kurdistanê bilind dike.
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
10.02.2016
