Leşkerên Iraqê derbasî Başûrê Kurdistanê bûn – Barzanî: Amerîka agahdar e
Li gor agahiyan, Artêşa Iraqê hejmareke zêde ya hêzên leşkerî şandiye navçeya Mexmûrê li Başûrê bajarê Hewlêr a paytexta Herêma Kurdistanê û ew yek wek amadekariyên lidarketina operasyona kontrolkirina Mûsilê tê zanîn.
Serpireştê Eniya Mexmûr-Guwêr Sîrwan Barzanî derbarê derbasbûna wê hêza Iraqê bo sînorê Mexmûrê de ji Rûdawê re ragihand: Hatina wê lîwaya ser bi Fermandeyiya Operasyona Neynewa ve bi hevrêzî ligel Hêza Pêşmerge bûye.
Sîrwan Barzanî got, Amerîka jî agahdarî derbasbûna wan leşkerên Iraqê bûye û piştî çend civînan rê bi derbasbûna wan hatiye dan û nûnerê Amerîkayê jî di civînan de amade bûye.
Barzanî amaje bi hejmara wan leşkerên Iraqê nekir, ku derbasî navçeya Mexmûrê bûne.
Navçeya Mexmûrê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge û Rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye.
Serpireştê Eniya Mexmûr-Guwêr herwiha tekez kir: Ew lîwaya leşkerên Iraqê li nêzîkî bajarê Bexdayê rahênan û perwerdeya leşkerî dîtine û bi hemû cure çekên sivik, navend û çekên giran hatine çekdarkirin.
Pêştir û roja yekşemiyê 7ê Sibatê Rûdawê ew zanyarî bi dest xistibûn û nûçeya derbasbûna bi hezaran leşkeran bo Mexmûrê belav kiribû.
Amadekarî bo operasyona Mûsilê
Wezîrê Berevaniya Iraqê Xalid Ubeydî, roja 6ê vê mehê serdana devera Mexmûrê ya Başûrê Kurdistanê kiribû û li wir kampeke leşkerî ji bo artêşa Iraqê vekiribû.
Rûdawê pêştir ew agahî belav kiribû, ku hinek leşkerên iraqî derbasî wê kampê bûne û dê di nav du rojên bê de 4500 leşkerên din derbasî wê kampê bibin.
Tê gotin ku ew hêza iraqî ji bo operasyona Mûsilê ye. Wezîrê Berevaniya Iraqê jî li ser vê yekê ji Rûdawê re gotibû, operasyona Mûsilê dê di nav 6 mehên destpêkê yên îsal de were kirin û emê bi bikaranîna çekên nû, DAIŞê mat bikin.
Endamê Lêjneya Asayiş û Berevaniyê ya Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah li ser bicîhbûna hêzên iraqî li Mexmûrê ji Rûdawê re gotibû, ev yek bi lihevkirina her du aliyan pêk hatiye û piştî şerê Mûsilê dê dîsa kampa han were valakirin û radestî Pêşmerge were kirin.
Şaxewan Ebdullah dabû zanîn, 10 milyon dolar ji bo çêkirina kampê hatiye xerckirin û bi alîkariya amerîkiyan hatiye çêkirin.
Wî parlamenterê kurd ê Iraqê herwiha got, tabûrên 15 û 16 ên artêşa Iraqê, polîsên federal, polîsên Mûsilê û polîsên sînor dê tevlî operasyonê bibin.
Li gorî agahiyên Rûdawê, milîsên sunnî (Heşda Niştimanî) jî dê tevlî operasyonê bibin. Fermandeyê wan milîsn, parêzgarê berê yê Mûsilê Eîsl Nucêfî ye. Hejmara wan jî 5 hezar çekdar e.
Herwiha hat zanîn ku di civîna hefteya borî ya hikûmetê de, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî behsa bicîhbûna hêzên Iraqî li Mexmûrê kiriye û gotiye, bicîhbûna wan demkî ye û dê piştî şerê Mûsilê ji wir derkevin. Hinek wezîrên hikûmetê jî garantiya derketina hêzên Iraqî xwastine.
Endamê Encumena Parêzgeha Mûsilê Xalid Hedîdî jî ji Rûdwê re eşkere kiribû, ku niha 3 tabûr leşkerên iraqî li Mexmûrê hatine bicîhkirin û dê 4500 leşkerên din jî derbasî wir bibin.
Fermandeyê Pêşmerge li eniya Mexmûrê Necat Elî jî li ser amadekariyên şerê Mûsilê ji Rûdawê re gotibû, amadekariyên şerê Mûsilê kêm in ji ber wê jî ez bawer nakim îsal jî şerê Mûsilê were destpêkirin.
Wezareta Pêşmerge: Hatina leşkerên Iraqê demkî ye
Sekreterê Wezareta Pêşmerge Cebar Yawer jî li ser bicîhbûna hêzên Iraqî li Başûrê Kurdistanê ji Rûdawê re got, bicîhbûna wan demkî ye û piştî ku Mûsil hat azadkirin, dê derkevin.
Tê gotin ku Amerîka 150 milyon dolar ji bo operasyona Mûsilê terxan kiriye. Bajarê Mûsilê roja 10ê Hezîrana 2014ê ket destê DAIŞê.
Rudaw
