Li Şamê teqîn, 23 kes bûne qurbanî
Duh 9 Sibatê Wezareta Navxwe ya Sûriyê ragehand ku otombîlek bimbekirî nêzîkî Nadiya Efserên Polîs li navenda Şamê hate teqandin. Di encamp de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 15 kesên din jî birîndar bûne.
Li ser zimanê telvizyona fermî ya Sûriyê ew otombîla bombekirî di nava bazara keskatiyê de hatiye teqandin, jiber vê teqînê avahiya Kompaniya Giştî ya Aşan zerermend bûye.
Têzanîn ku du teqîneyên mezin dawiya meha borî li Şamê qewimîn, di encam de 60 kes hatin kuştin û 40 kesên din jî birîndarbûn.
Basnews
