• Friday, 20 February 2026
logo

Di heft mehan de 460 sivîl hatine kuştin

Gulan Media February 9, 2016 Nûçe
Di heft mehan de 460 sivîl hatine kuştin

HDPê ragihand ku ji meha Temûza sala borî ve di şer û operasyonan Bakurê Kurdistanê de 460 sivîlan canê xwe ji dest daye.

Ofîsa Agahdarkirinê ya HDPê, amarên kesên sivîl ku di pevçûnên Bakurê Kurdistanê de canê xwe ji dest dane bi daxuyaniyekê nivîskî aşkere kirin. Tê gotin ku li navçeyên qedexe lê hatiye ragihandin heta niha 210 sivîlan canê xwe ji dest daye ku ji wan 84 zarok û 79 kes jî jin in.

Tê destnîşankirin ku li 20 navçeyên 7 bajaran, heta niha 56 car qedexeya derketina derve hatiye ragehandin. Li gorî daxuyaniyê, di dema ragihandina qedexeya derketina derve de li Cizîrê 112 sivîl, li Silopiyê 28 û li Sûrê jî 26 sivîlan canê xwe ji dest dane.

Herwiha, ji meha Tîrmehê ve di êrişên terorî, pevçûn û operasyonên artêşa Tirkiyê de, li Pirsûsê 33, Enqerê 100, li Zargelî 8 sivîlan canê xwe ji dest daye. Di xwepêşandanên Bakurê Kurdistanê de jî 100 sivîlan di encamê êrişa polîsan de canê xwe ji dest daye.

K24
Top