• Friday, 20 February 2026
logo

KCK: Emê tola Cizîrê qat bi qat hildin

Gulan Media February 8, 2016 Nûçe
KCK: Emê tola Cizîrê qat bi qat hildin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ragihand ku, ew dê tola kuştina birîndaran li Cizîrê “qat bi qat hildin.”

Îro, Duşemê, Parlamenterê HDPê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz ji Cizîrê agahî da û got: “Li avahiyekê, nêzî 30 kes bi awayekî şewitî hatin dîtin û di laşê wan de şopa guleyan jî nebû.”

Derbarê bûyerê de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê daxuyaniyek weşand û tê de bi tundî ew bûyer şermezar kir û gef li dewleta Tikriyê xwarin.

Di daxuyaniyê de KCKê wiha nivîsiye: “Kuştina birîndarên li Cizîrê tekez pêkanîna tolhildana hovane ya zîhniyeta qirkir e. Lê, divê ev jî baş bê zanîn ku tola her şehîdê me wê ji aliyê hêzên me yên azadiyê qat bi qat bê girtin.”

K24
Top