• Friday, 20 February 2026
logo

Nwênerek ê Kurd: Em dê daxwazî ya rûhin vekirinê ji Ebadî bikin.

Gulan Media February 8, 2016 Nûçe
Nwênerek ê Kurd: Em dê daxwazî ya rûhin vekirinê ji Ebadî bikin.

Li ser axivtin ên vê dawîyê ya Heder Ebadî serok wezîr ên Îraqê, Xesro Goran Endam ê Civat a Nwêner ên Îraqê bi malper a Kurdistan 24 ragehand: Em weku nwêner ên Kurd li Bexdayê dê daxwaz a rûhin vekirinê bikin.

Xesro Goran got: Em dê daxwaz a rûhin vekirinê ji Heyder Ebadî serok wezîr ên Îraqê bikin. herweha got: Pirsgirêk a Herêm a Kurdistanê û Bexdayê pirsgirêkek a sîyasî ye pêdivîye li ser astê bilind bihên çareserkirin.

Serok wezîr ên Îraqê Heyder Ebadî di kombûn a xwe ya duhî de bi Komîte ya asayîş û Bervanî re, li perleman aÎraqê ragehandbû, ku ne mûçe yên pêşmergeyan dê bide û ne dê post ên supasalar û birîkar ê Wezaret a Hidûrî bo kurd vegerîne.

Şaxewan Ebdûlla biryarder ê Komîte ya Asayîş û Berevanîyê di Civet a Nwêner ên Îraqê de, duhî taybet bi malper a Kurdistan 24 ragehand. Li kombûn a roj a7ê /Subatê /2016, li gel Heyder Ebadî serok wezîr ên Îraqê, gêngeşe kirine li ser fayîl ên Asayşî, supa ya Îraqê, Heşd a Şeibî, pirsgirêk ên abûrî û kontirol vekirin a Mûsilê.

Herweha Şaxewan Ebdûlla ragehand ku pirsyar li Ebadî kirîye li ser mûçe yên pêşmerge û post ên asayîşî yên Îraqê û ji Ebadî re gotîye ; Mina nîyet pakîyekê li heramber Herêm a Kurdistanê mûçe yên pêşmergeyan dabîn bikin.

Di bersiv de Ebadî gotîye: Mûçe yên Pêşmergeyan nadin.

Li ser post ên supasalar û birîkar ê wezaret a hindûrî , Ebadî gotîye: ev dû post carek a din bi Kurdan nahêndan.

Li gor nerîn a evî endam ê Civat a Îraqê, Ebadî divê Kurd ji hikumet a xwe bi dûr bixe û hikumetek a neteweyî erebî pêkbihîne. Herwesa got Bexda têdigihêje ku Kurd ji Îraqê dûr dikeve, lê hinek di navber a xwe de evî tiştî tênagehêjin.

K24
Top