Çapemeniya Fransa: Rewş ji bo Serxwebûnê amadeye
Çapemeniya Fransa bi giringî li pirsa referandûmê li Kurdistanê dinêrin û çendîn mijar derbarê wê pirsê di medyaya wî welatî de belav bûne.Rojnameya navdar LeFigaro di raporekê de bi nave Referandûm li ser dewleteke Kurdî amaje bi peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dike û belav dike ku dema wê yekê hatiye ku kurd biryarê li ser çarenûsa xwe bidin û referandûmekê bo serxwebûna Kurdistanê lidar bixin.
Wê rojnameyê amaje bi nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê û qeyranên siyasî û aborî yên Herêma Kurdistanê û şerê kurdan li dijî DAIŞê dike. Di beşekî raporê de hatiye ku sala 2016ê sed sal bi ser perçekirina Kurdistanê re bi biryara Sykes-Picot derbas dibe û egera wê yekê jî heye ku di di vê salê de Kurdistan serxwebûna xwe rabighîne, ji ber ku niha rewş baş e û amade ye ku kurd di referandûmeke giştî de biryarê li ser paşeroja xwe bidin.
Beşê Fransî yê malpera Sputniknews di raporekê de behsa referandûmê bo serxwebûna Kurdistanê dike û dibêje: Dema wê yekê hatiye ku kurd referandûmekê bo damezrandina dewleteke kurdî lidar bixin. Merc nîne ku piştî wê referandûmê serxwebûna Kurdistanê rabighînin, tenê bo wê yekê ye ku neteweya kurd biryarê li ser çarenûsa xwe bide û cîhan encamên wê bizane.
Rapora wê malperê amaje bi çarenivîsa hin welatan mîna Skotland, Katalonya Kîbêk kiriye ku dê wê riyê bibirin da ku bigihên bi serxwebûnê û amaje bi naveroka gotinên Barzanî û nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û kirîza aborî û pirsa petrolê dike.
Malpera Zamanfrance jî di raporekê de amaje bi peyama Barzanî kiriye ku daxwaza lidarxistina referandûmê dike û dibêje: Dema wê yekê hatiye ku Kurd biryarê li ser çarenûsa xwe bidin, da ku cîhan nas bikin serkirdeyên siyasî û xelkê Kurdistanê çi dixwazin.
Beşek ji gotinên Serokê Herêma Kurdistanê mesûd Barzanî di wê raporê de hatine ku dibêje: ‘’Divê xelkê Kurdistanê biryarê li ser çarenûsa xwe bidin, ji ber ku mafê wan ê rewa ye û bi bê biryardan serxwebûn bi dest nayê.’’
Heman raporê amaje bi wê yekê kiriye ku, di şerê kurdan li dijî DAIŞê de Hêzên Pêşmergeyên Kudistanê karîn beşek mezin ji navçeyên kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ku nakokî di navbera Kurdistanê û Bexdayê de li ser wan hebû, kontrol bikin. Herwiha Kurdistanê bi bê Bexda dest bi hinardekirina petrola xwe kir. Lê niha Herêma Kurdistanê di kirîzeke aborî mezin re derbas dibe, ku bandoreke xerab li ser jiyna xelkê dike.
Rojnameya eliktronî ya Ledevoir di raporeke hûr de behsa referandûmê li Başûrê Kurdistanê dike û peyama Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi girîn dibîne û li gorî gotinên Barzanî behsa rewşa Herêma Kurdistanê dike.
Di raporê de hatiye ku kurd ji sala 1991ê de xwe birêve dibin û Serokê Herêma Kurdistanê ragihandiye ku dem hatiye gelê kurd biryarê li ser çarenûsa xwe bide û daxwaza xwe bi lêvbike.
Basnews
