• Friday, 20 February 2026
logo

Hêzên pêşmerge bersifa daxwazeke Tirkmanan didin

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
Hêzên pêşmerge bersifa daxwazeke Tirkmanan didin

Tirkmenên Kerkûkê dixwazin hêzeke leşkerî ya hevbeş pêk were. Kurd jî dibêjin, Pêşmerge heye pêwîstî bi hêzek din nîne.

Partiya Tirkmen Êlî ya Kerkûkê dibêje, me beriya niha daxwaza pêkanîna hêzek hevbeş kiribû ku ji kurd, Tirkmen û erebên Kerkûkê pêk were. Ev hêz dê bibe sedema dilgermiya hemû gelên Kerkûkê.

Beriya niha Partiya Eniya Tirkmen a Iraqê bi fermî ji Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî xwastibû, bi lez wê hêza hevbeş pêk bîne lê heta niha Ebadî besiva wê partiyê nedaye.

Kurdên Kerkûkê jî dibêjin, heta niha hêzên Pêşmerge hemû gelên Kerkûkê li hember êrişên DIŞIê parastiye û ferq nexistiye navbera ti mezheb û gelên din ji ber wê jî pêwîstî bi hebûna hêzek din nîne.

Rayedarekî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê li Kerkûkê jî dibêje, eger ji bilî Pêşmerge, hêzek din hebe tirsa wê heye li Kerkûkê qirîz û alozî derkeve.
Top