• Friday, 20 February 2026
logo

Erbistana Siûdiyê dê 150 hezar leşkerî bişîne Sûriyê

Gulan Media February 7, 2016 Nûçe
Erbistana Siûdiyê dê 150 hezar leşkerî bişîne Sûriyê
Bi gotina çavkaniyeke agahdar ji Erebistana Siûdiyê, Siûdiyê dê 150 hezar leşkerî jibo şerê li dijî DAIŞê bişîne Sûriyê.

Wê çavkaniyê ji dezgehên ragehandina amerîka re ragehandiye: “Hemû leşker Siûdî ne, ligel leşkerên welatê Misir, Sûdan û Urdinê wê werin şandin. Niha ew leşker gihştine Erebistana Siûdiyê.”

Herwiha her yek ji welatên Mexrîb, Tirkiyê, Kiwêt, Behrên, Îmarat û Qeter amadebûna xwe bo şandina hêzên zemînî bo Sûriyê dana nîşandin. Berî du heftiyan Tirkiyê û Erebistana Siûdiyê biryarek di vê derbarê de dabûn.

Li gorî zaniyariyan, wê çend welatên Asaya jî ji wan Malîzya û Endenosya beşdarî avakirina vê hêza ku Siûdiyê dixwaze wê bişîne Sûriyê bibin, tê pêşbînî kirin ku hêza welatê malîzya yekm hêzbe bighê Erebistana Siûdiyê.

Erebistana Siûdiyê dibîne ku ev hêza han dikare piştî DAIŞê bidawî bike, rêgiriyê li şer bike û parastina Aştiyê li Sûriyê bike.

Basnews
Top