Daxuyaniyek ji Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
Peyvdarek ji Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand civîna rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li gel aliyên siyasiyan ku biryar bû sibê yekşem 07/02/2016 bê encamdan, li ser pêşniyara Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê heta demeke din hate paşxistin. Mebesta vê paşxistinê ewe ku derfet bidin aliyên siyasiyan da ku zêdetir guftûgo û danustandinê li navbera xwe de bikin.
Peyvdarek bi navê
Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê
06/02/2016
