Serok Barzanî pêşwaziya Mihemed Hacî kesayetiyê siyasiyê Herêma Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Herêmê û tehdîd û hereşe û her wiha pêşhatên siyasî û emniyên dawî yên navçeyê hatin nirxandin. Li beşekî dinê vê hevdîtinê di derbarê wan derfetan de danustandina bîr û ramanan kirin ku peywistin bi paşaroja Kurdistanê û referandum û mafê diyarîkirina çarenûsa gelê Kurdistanê.
Her li vê hevdîtinê de Dr Mihemed Hacî piştgîriya xwe ji bo projeya nîştîmanî û neteweyî ya Serok Barzanî ya di derbarê referandum û serbixweyî ya gelê Kurdistanê ragihand û amadehiya xwe jî nîşan da ku li gor şiyanên xwe yarmetiya serxistina wê projeya nîştîmaniya Serok Barzanî bide.
