Li Cizîrê 9 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dan
Jiber agira ku di encama topbarana artêşa Tirkiyeyê de pêk hatiye 9 welatî canê xwe ji dest dan.
Li gorî çavkaniyên berdest berê sibehê di şewatê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kesên din jî ku ji ber şewatê bi giranî birîndar bûne hê jî li avahiyê ne.
Ji aliyeke din ve jî li avahiyeke din a navçeya Cizîra Şirnexê ku mirovên sivîl lê asê mabûn, ji ber topbarana danê sibehê şewat derket û şewatê tevahiya şevê dewam kir.
Ji 37 kesan ku birîndar jî di nav de bûn, 9 kes ji encama şewata ji ber topbaranê jiyana xwe ji dest dan. Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç ê li avahiyê ye, der barê komkujiyê de agahî da. Tûnç diyar kir, ku birîndarên rewşa wan giran jî di nav de bi 37 kesan re wan xwe li jêrzemîna avahiyekê girtine û ji ber topbaran hêzên dewletê şewat li qatên jêrê yên avahiyê ketine. Tûnç anî ziman ku topek hawanê li jêrzemînê jî ketiye û ji ber qula li vê derê vebû, şewata li avahiyê bi odeyeke jêrzemînê ket û 9 birîndarên rewşa wan giran ên di vê odeyê de bûn, şewitîne, jiyana xwe ji dest dane.
Tûnç ragihand, şewata li jêrzemînê qediya ye, lê belê ji qatên 3 û 4ê ên avahiyê hînê dûxan bilind dibe û got: ‘28 kesên mayî dijîn, lê di nava wan de mirovên ji ber agir şewitîne hene. Di nava van şert û mercan de nikarin rojeke bi tenê jî bijîn. Macûna diran pê tê şuştin heye, me ew li birînên wan dan. 4-5 damacana yên avê hebûn, me ew li hevalên xwe yên şewitî kirin. Jêrzemîn ji du daîreyan pêk tê. Em derbasî daîreya din bûn. Topbarana li hemberî me dewam dike. Li ber malê maşînên zirxî digerin. Ji vê saetê û pê ve eger em jiyana xwe ji dest bidin, ev yek wê bibe înfazek.'
