PDK: Me deriyê gotûbêjan ne girtiye
Berpirsê Peyvendiyên Niştimanî û Iraqiyên PDKê Ahmed Kanî ji BasNewsê re ragehand: ‘’PDK amadeye gotûbêjan li gel hemû hêz û aliyên siyasî yên Kurdistanê birêvebibe û deriyê gotûbêjan jî me ne girtiye. Ji ber ku rewşa naha ya Kurdistanê hemû hêzên siyasî jê berpirsyarin.’’
Li gor agahiyên BasNewsê bi dest xistine piştî civîna komîteya aktîf kirina Parlamentoyê ya li gel Tevgera Goran, hewldanek heye ji bo civînekî dûalî li nava partiyên siyasî yên Kurdistanê de bê kirin.
Basnews
